LI HESEKÊ TÊKILDARÎ ROLA JIN DI AŞTIYA CIVAKÎ DE PANELEK HAT LIDARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Ofîsa Jin a Partiya Weten a Sûriyê îro têkildarî xîtaba nefretê û rola jin di aştiya civakî de, panelek li bajarê Hesekê li dar xist.

Jinên siyasemedar,parêzer, nûnerên rêxistinên jinan,endam û rêveberên saziyên sivîl beşdarî panelê bûn.

Di panelê de du mijarên sereke “pênasekirina xîtaba nefretê û bandorên wê yên li ser civakê, her wiha rola jinan di parastina aştiya civakî de” hatin nirxandin û nîqaşkirin.

Panel bi encamnameyekê bi dawî bû û tê de bal hate şikandin li ser zêdekirina kampanyayên hişyarkirinê, bilindkirina têkoşîna li dijî xîtaba nefretê û pêkanîna zagonan li ser kesên xîtaba nefretê bikar tînin.

 

Share This Article