Li bajarê Qamişlo îro bi boneya Cejna Paskalya ya Ortodoskan pîrozbahî li dêran hatin lidarxistin.
Li gorî salnameya rojhilatî îro Cejna Paskalya ya Xiristiyanên Ortodoksan e.
Îro li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji saetên sibehê ve zengilên dêran lê dan.
Xiristiyanên bajarê Qamişlo bi beşdariya Seroka Komîsyona Navneteweyî ya ol û Baweriyan Nadine Menza li Dêra Meryem El-Ezra li hev kom bûn û bi lavakirina ji Xweda re, vêxistina mûman, xwendina Încîl û sirûdên olî yên bi zimanê Suryanî merasîmên cejnê pîroz kirin.
Cejna Paskalyayê li gel Katolîkên Suryan wek Roja Vejînê tê zanîn, lê ji Suryaniyên Ortodoks re dibêjin Cejna Paskalyayê û di dîrokê de wekî mezintirîn cejin tê naskirin.
