XELKÊN QAMIŞLO TEVLÎ PÊNGAVA JI ABDULLAH OCALAN RE AZADÎ DIBIN

Rojava Tv
1 Min Read

Di çarçoveya pêngava ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî xelkên Qamişlo dest bi çalakiya konvedanê kirin.
Konê çalakiyê li ber navenda NY ya bajarê Qamişlo hate vedan û bi sedan kes tevlî çalakiyê bûn.
Çalakiya konvedanê bi daxuyaniyekê destpêkir ku têde xelkên herêmê piştgiriya pêngava ji Abdullah Ocalan re azadî kirin.
Konê çalakiyê dê heta 23’ê mehê dewam bike û tê payin ku bi hezaran xelkên herêmê beşdarî konê çalakiyê bibin.
Pêngava ji Abdullah Ocalan re azadî , ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî 10’ê cotmehê li 74 welatên cîhanê destpêkir û roj bi roj jî tevlîbûna ji vê pêngavê re zêde dibe.

Share This Article