Desteya Hûndirîn a Kantona Cizîrê dest bi belavkirina pasporên ku di saziyan desthilata sûriyê a berê de hatibûn dîtin, kiriye.
Li gorî desteyê hejmara pasportên ku hatine dîtin nêzî 4 hezar û 300 pasportî ne.
piştî rûxîna rêjîma Beas saziyên hikumetê vala man, yekser Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo rêgirtina li hember rûdana tevliheviyê, kete nava tevgerê .
Niha jî Desteya Hûndirîn a Kantona Cizîrê dest bi belavkirina pasporên ku di wan saziyan de hatine dîtin kiriye.
Hevserokê Desteya Hundirîn a Kantona Cizîrê Şêrwan Mihemed diyar kir ku hejmara pasportên ku hatine dîtin û tên belavkirin nêzî 4 hezar û 300 pasportî ye.
Her wiha welatiyê ji qamişlo yê bi navê Mehmûd Hisên jî got Desteya Hundirîn ji bo pêkanîna ewlehiyê û xizmeta gel her di nava tevgerê de ye .
Desteya Hûndirîn a Kantona Cizîrê tekez kir ku ev pasportên ku têne belavkirin ne nû ne, hîn yên di serdema desthilata berê de hatibûn çêkirin.
