66’EMÎN SALVEGERA DAMEZRANDINA PDKS-PARTÎ BI ŞAHIYEKÊ HATE PÎROZKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Doh Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê-PARTÎ 66’emîn salvegera damezrandina xwe bi şahiyekê li hola Qesir El-Nubela li bajarê Qamişlo pîroz kir.

Şahî bi beşdarbûna nûner û endamên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, saziyên rewşenbîrî, kesayetên serbixwe û endamên partiyê lidarket.

Şahî bi deqeyek rêzgirtin li ser giyanên şehîdên Kurdistanê destpêkir, piştre Sekreterê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê-PARTÎ Nesir El-Dîn Ibrahîm di şahiyê de axaftin kir û tekezî li ser xurtkirina xebatên doza Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi taybet û li Sûriyê bi giştî kir.

Şahî bi gerandina govendan li ser stranên Hunermend Beha Şêxo û xelatkirina 14 kesayetên di nav partiyê de bi dawî bû.

Share This Article