DESTEYA CIWAN Û WERZÎŞÊ YA FIRATÊ DEWREYEK PERWERDEHIYÊ BO HEKEMAN VEKIR

Rojava Tv
1 Min Read

Bi armanca avakirina kadroyên werzîşê yên jêhatî, Desteya Ciwan û Werzîşê ya kantona Firatê dewreyek perwerdeyê ji bo hekemên futbolê vekir.

Di dewreya perwerdeyê de 20 keç û xortên ji kantona Firatê beşdar bûn, û dê di nav du mehan de perwerdehiyê bibînin.

Di perwerdê de waneyên teorîk û pratîk ên li ser bingehên lîstika futbolê û rêgezên lîstika futbolê ya cîhanî tên dayîn .

Hêjayî gotinê ye ku ev dewreya çaremîn e ku ji hêla Desteya Ciwan û Werzîşê ve tê vekirin.

Share This Article