DESTEYA CIWAN Û WERZÎŞÊ YA FIRATÊ AMADEKARIYA VEKIRINA LÎSTIKGEHEKE FÛTBOLÊ LI KOBANÊ DIKE

Rojava Tv
1 Min Read

 

Desteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Firatê, xebatên xwe yên ji bo vekirina Lîstikgeha Fûtbolê ya Şehîd Bawer ber bi dawiyê ve dibe.

Desteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Firatê eşkere kir ku xebatên vekirina lîstikgehê bi awayekî baş bi pêş ve diçin, û tê payîn ku vekirina wê di destpêka meha bê de were ragihandin.

Desteyê diyar kir ku ji ber gelek astengiyan, bi taybetî êrîşên dubare yên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê û hin şaştiyên teknîkî di xebatên avakirinê de, vekirina lîstikgehê hate derengxistin.

Her weha Desteyê destnîşan kir ku ew çavdêriya avakirina çend projeyan ji bo werzîşvanan di nav stadyûmê de dike, ji wan: Vekirina yaneyeke fûtbolê ji bo jinan, pirtûkxane û akademiyeke Voleybolê.

Share This Article