Di bin diruşmeya “Em civatek tijî aştî û bêtundûtûjî ava dikin” Meclisa Jinên Sûriya paneleke diyalogê li kantona Reqayê li dar xist.
Di panêlê de sazî û meclis, partiyên siyasî û çalakvanên jin û mêr ên ji civaka sivîl beşdar bûn.
Panêl li ser dû beşan hat dabeşkirin. Beşa Yekem tê de bal hat kişandin ser şikandina bêdengiyê, tundûtûjiya li dijî jinan di navbera rastiyê û dijwariyan de.
Beşa dûyem jî bi sernavê “Em êdî bêdeng namînin – Tundûtûjiya li dijî jinan di ronahiya civaka nûjen de” bû.
Ji aliyê xwe ve beşdaran pêşniyarên xwe kirin û tekez kirin ku ev panel ji bo ragihandina dengê jinan û danîna gavên pratîkî, gavên girîng in.
