Rêxistinên Civaka Demokratîk bi hemahengiya Yekîtiya Dermansazan di bin dirûşmeya “Tesbîtkirina Zû Jiyanan Rizgar Dike” semînerek der barê hişyariya ji Penceşêra Pêsîrê li Reqayê li dar xistin.
Di semînerê de hejmarek ji karmendên tenduristiyê, endamên rêxistinên jinan, nûnerên saziyên sivîl û komek nexweşên ku ji Penceşêra Pêsîrê rizgar bûne beşdar bûn.
Di semînerê de girîngiya tespîtkirina zû ya Penceşêra Pêsîrê û rola wê di zêdekirina şansê başbûnê de hate nirxandin, di heman demê de faktorên ku dibin sedema nexweşiyê û rêbazên pêşîlêgirtina wê hate ravekirin.
Beşdaran destnîşan kirin ku perwerdehiya tenduristiyê û piştgiriya civakê du hêmanên bingehîn in di rûbirûbûna nexweşiyê û sînordarkirina belavbûna wê de.
