Tevî ku welatê me rastî êrîşên dijwar ên qirkirina çandî hatiye, lê dîsan jî bi rêya dayîk û jinên Kurd çanda resen her dem zindî maye.
Dayika Fatma Elî ya ji bajarê Amûdê bi rêya karê xwe yê destan hewil dide ku çandî Kurdî ya kevnare biparêze û bi cîhanê bide nasîn.
Em ê di vê rapora taybet de, li xebatên hêja yên dayîka Fatma binerin.
Jinên Kurd ên Rojava ji bo parastina nasnameya Kurd û mîrateya wê ya kevnar bi her awayî têdikoşin.
Hinek ji wan bi rêya rîş û rengan hinekên din jî bi rêya karê destan li dijî qirkirina çandî berheman diafirînin.
Dayika Fatma jî ya ji bajarê Amûdê bi karê xwe yê destan, hewl dide kevneşopiya Kurdî biparêze.
Dayika Fatma dibêje, ew ji 2005’an ve vî karî dike û bi hezkirineke mezin vê çandê bi pêş dixîne.
Dayika Fatma plan dike ku kargeheke xwe ya taybet bi tevnrêsiyê veke, lê ji ber rewşa aboriyê nikare vê xewn û projeya xwe bibe serî.
Hunerên destan ên ku bi bandora pêşketinên teknolojiyê ber bi windabûnê ve diçin, ji aliyê jinên Kurd ve ji nifşekî derbasî nifşekî din dibe.
Dayika Fatma jî hêvî kir ku hemû jinên Kurd xwedî li kevneşopiyê derkevin û riya wê dewam bikin.
