Navenda Çanda Kolturvan a bajarê Amûdê bi boneya Rojên Sînemaya Îranê bi çalakiyekê dest bi pêşandana fîlman kir.
Pêşandana fîlman dê deh rojan dewam bike.
Armanc jê ew e civak bi rêya sînamayê were hişyarkirin her wiha civaka Îranî bi civakên din were nasîn.
Di deh rojên sînamayê de dê hejmark filman werin pêşandan.
Rêvebirê Çalakiyên Çandî yê Navenda Kulturfan Ra’id Elî diyar kir ku fîlmên tên pêşandan rastiya Îranê ji vebêjin her wiha dê pirsgirêkên civakê yên li Îranê jî binirxînin.
