COTKARÊN REQAYÊ JI BO HÊSANKIRINA KARÊ XWE SÎSTEMA ENERJIYA ROJÊ DANÎNE

Rojava Tv
1 Min Read

Cotkarên bajarê Reqayê ji bo ku dawiyê li pirsgirêka xirabbûna jeneratoran bînin, serî li danîna sîstema enerjiyê rojê dane.
Cotkarek ji Rojava TV re dibêje, enerjiya rojê karê wan hêsantir dike.
Danîna sîstema enerjiya rojê, bandoreke erênî li cotkarên bajarê Reqayê kiriye ku di rêya wê re zeviyên xwe av didin.

Ji ber kêmbûna sotemeniyê û xirabbûna zêde ya perçeyên jeneratoran, barê cotkaran girantir dibû.

Lê bi gotina cotkarên Reqayê danîna enerijiya rojê, karê wan hêsantir dike û dema wan zêdetir ji bo kar vediqetîne.

Ehmed El Nayif ku sîstema enerjiya rojê daniye, dibêje sûdên wê yên gelekî mezin hene.
Her wiha diyar dike ku, ew êdî ji barê çaksazkirina jeneratoran xilas bûn û karê xwe bi aramî dibin serî.

Share This Article