Akadîmiya Şehîd Mehmûd El-Elî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn dewreya perwerdeyê ya bi navê Şehîd Beşar Mihemed Bozan li bajarê Minbicê bi dawî kir.
Perwerdeya ku du mehan berdewam kir 87 Endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bajarê Reqa, Tebqa, Minbic û herêma Firatê beşdar bûn.
Endaman di perwerdeyê de semînerên leşkerî, bîrdozî û siyasî girtin.
Malata Şehîd Beşar Mihemed Bozan, Fermandar û Endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn beşdarî merasîma bidawîkirina dewreyê bûn.
Piştî toreneke leşkerî axaftin ji aliyê Fermandareke Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hate kirin.
