RÊVEBERIYA HERÊMA FIRATÊ: DAIŞ’Ê BI PIŞTEVANIYA TIRKIYÊ ÊRÎŞ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê ji bo salvegera 9’an a êrîşên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê daxuyaniyek da û ragihand ku, berxwedana Kobanê li cîhanê deng veda.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku çeteyên DAIŞ’ê bi piştevaniya dewleta Tirk a dagirker xwestin Kobanê û destkeftiyên şoreşê ji holê rakin.

Her wiha hat diyarkirin ku berxwedan û sekna şervanan planên wan ên têkder û dagirker vala derxist.

Di beşekî din de hate gotin ku dewleta Tirk bi dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî xwest DAIŞ’ê zindî bike û projeya Rêveberiya Xweser têk bibe.

Di dawiyê de Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê tekez kir ku heta dawiyê ew ê destkefiyên şoreşê biparêzin.

Share This Article