CIWANÊN ŞOREŞGER BI MEŞEKÊ TECRÎDA LI DIJÎ RÊBER ABDULLAH OCALAN ŞERMEZAR KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Tevgera Ciwanên Şoreşger bi meşekê tecrîda li dijî Rêber Ocalan şermezar kirin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan Duh meşeke girseyî li bajarê Qamişlo li dar xistin.

Di meşê de wêneyên Rêber Ocalan, alên Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê hate hildan û dirûşmeyên Bijî Serok Apo, Ji rêber Ocalan re azadî û Bijî berxwedana Îmraliyê hatin qîrkirin.

Meş bi beşdariya bi dehan ciwan ji çarxereya Şehîd Rûbar Qamişlo destpê kir û ber bi avahiya Şaredariya Gel a Qamişlo ve meş veghurî mîtingê.

Di mîtingê de Endama Koordînasyona Yekitiya Jinên Ciwan Rîm Dede axivî û got: ”Bi vîn û têkoşîna ciwanan em ê tecrîda li dijî Rêber Ocalan a ji aliyê dewleta Tirk ve tê meşandin bişkînin”

Têkildarî mijarê ciwanên di meşê de amede bûn ji RojavaTV re axivîn û teqez kirin ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan ew ê her dem di nava têkoşînê de bin.

Share This Article