WELATIYÊN EFRÎNÊ YÊN LI HELEBÊ DIMÎNIN BINPÊKIRINÊN LI EFRÎNÊ DIQEWIMIN ŞERMEZAR KIRIN

Rojava Tv
2 Min Read

Welatiyên Efrînê yên li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê dimînin, ji Rojava TV re behsa sûcên ku çeteyên dewleta Tirk dagirker a li Efrînê pêk tînin, kirin.

Welatiyan bang li rêxistinên mafên mirovan kirin ku bêdengiya xwe ya li hember binpêkirinên li dijî gelê Efrîna dagirkirî bişkînin.

Rojek derbas nabe bêyî ku binpêkirin an êrîşek li ser welatiyên resen ên bajarê Efrîna dagirkirî, ji aliyê çeteyên dagirkeriya Tirkiyê ve, were tomar kirin.

Tevî ku rûpelên alîgirê çeteyan û Tirkiyê li ser hebûna ewlehiyê li wir çi dibêjin jî, rastî bi tevahî cûda ye û rewş weke berê trajîk maye.

Şêniyên bajêr ku nikarîbûn jiyana di bin dagirkeriyê de hilgrin, rewşa nav bajêr û gundên wê û çawa jiyan bi tirsê ve girêdayî bûye, ronî dikin.

Her çiqas demsala çinîna zeytûnan ji bo xelkê bajêr dagirkirî xêrek be jî, ew di heman demê de tirsek e, ji ber ku ji çeteyan re dibe çavakaniyek ku ji ber wê dizî, talanî û kuştinê derheqê welatiyan de bikin.

Ji bilî kuştin û girtinên bêserûber, pêvajoya guhertina demografîk, bi rengekî sîstematîk li Efrîna dagirkirî dimeşe.

Di 5’ê vê mehê de, avakirina wargehek nû bi navê projeya niştecihbûnê ya Torors hate ragihandin.

Share This Article