Meclîsa Olî ya kantona Firatê derbarê komploya 9’ê cotmehê ya li dijî Rêber APO de semînerek li dar xist.
Semîner li saziya olî ya li bajarê Kobanê bi beşdariya bi dehan endamên saziya Olî, endamên meclîsa olî û meleyên mizgeftan hat lidarxistin.
Di semînerê de piştî deqeyek rêzgirtin, armanc û sedemên hûnandina komploya 9’ê cotmrhê li dijî Rêbertî ji beşdaran re hat nirxandin.
Her wiha pergala êşkence û qirkirinê ya ku li Îmraliyê li dijî Rêber APO tê meşandin, hat nîqaşkirin.
Beşdaran anîn ziman ku ji bo şikandina êşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê divê her kes bi rola xwe rabe û têkoşîna hevpar bimeşîne.
