TOMARKIRINA NAVÊN XWENDEKARÊN ASTA NAVÎN DEST PÊ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê serlêdanên tomarkirina navên xwendekarên asta Amadehî ên ku li dibistanên rejîma berê dixwendin, ji bo ezmûnên dawiya salê, dest pê kir.

Komîteyên hevbeş ên Deseteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hevkariya Wezareta Perwerdeyê ya Desthilata Şamê îro dest bi tomarkirina navên xwendekarên asta Amadehî (Bekeloriya) ên ku dibistanên rejîma berê dixwendin, ji bo ezmûnên dawiya salê, kir.

Xwendekaran ji saetên serê sibehê ve berê xwe didin navendên tomarkirinê yên li kantonên Cizîrê, Dêrazorê, Reqa, Tebqa û Firatê û navên xwe tomar dikin.

Ev navend rojane ji saet 8`ê sibehê heta 5`ê êvarê vekirî ne, tomarkirina navan dê heta 27`ê Hezîranê berdewam bike.

Li gorî daneyên aliyên pêwendîdar nêzî 70 hezar xwendekaran dê beşdrî ezmûnan bibin.

Share This Article