CIWANÊN KOBANÊ ŞEHÎD SARA Û RÛKEN BI BÎR ANÎN

Rojava Tv
1 Min Read

Yekîtiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê bi merasîmekê Şehîd Sara Tolhildan û Rûken Zelal bi bîr anîn.
Jinên ciwan tekez kirin ku heya dawiyê ew ê rêya şehîdan bişopînin.

Her du gerîlayên YJA- STAR’ê Sara Tolhildan û Rûken Zelal di yekemîn salvegera şehadeta xwe de li Kobanê hatin bibîranîn.

Merasîma bîranînê ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwan ve, li mala serokatî ya li gundê Elpelûrê hat lidarxistin.

Di merasîmê de nameyên Şehîd Sara Tolhildan û Rûken Zelal hatin xwendin

Jinên Ciwan ên bajarê Kobanê tekez kirin ku ew ê rêya Şehîd Sara û Rûken bişopînin û armancên wan bi jiyanî bikin.

Her du milîtanên tevgera APOyî Sara Tolhildan û Rûken Zelal 26’ê Îlona sala derbasbûyî, li dijî zextên li zindanan û bikaranîna çekên kîmyawî li Mersînê çalakiya fedayî li dar xistin û hîmê dagirkeran hejandin.

Share This Article