yek ji stasyonên ku ji 23 heta 27’ê cotmehê hatin hedefgirtin, stasyona girzîro bû, ku 2 caran li pey hev hate bombebarankirin.
rêveberê stasyonê heyan ehmed behsa zirer û hûrgiliyên bombebaranê dike.
Stasyona Girzîro ku li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê stasyona herî mezin e, 2 caran li ser hev hate bombebarankirin.
Me berê xwe da stasyonê, û ligel Rêveberê wê Heyan Ehmed, hevpeyvînek pêk anî.
Balafirên dewleta Tirk di navbera rojên 23 û 26’ê Cotmehê de, bi dehan saziyên xizmetguzariyê rûxandin û ji xizmetê derxistin, ku di encamê de, bandoreke mezin li jiyana gelê herêmê kiriye.
