Pêkahteyên herêma Dêra Zorê derbarê operasyona ‘Xurtkirina Ewlehiyê’ ku ji aliyê Hêzên Sûriyaya Demokartîk ve hatiye destpêkirin ji Rojava Tv re axivîn û piştgiriya xwe ji operasyonê re ragihandin û bang li şêniyên Dêra Zorê kirin ku piştgiriyê bidin Hêzên Sûriyaya Demokratîk.
Ev demeke êrîşên terorîst ji aliyê şaneyên DAIŞ’ê ve li ser xelkên ewle, rûspiyên herêmê û hêzên ewlehiyê têne kirin.
Ji bo van êrîşên terorîstane civîn di navbera Hêzên Sûriyeya Demokrarîk û şêx û rûspîn herêma Dêra Zorê de hat lidarxistin û li gorî daxwaza şêx û rûsrpiyên herêma Dêra Zorê Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD êvara 27’ê Tebaxê operasyona ‘Xurtkirina Ewlehiyê’ li herêma Dêrazorê û Rojhilatê Çemê Firatê dest pê kir.
Têkildarî mijarê xelkên bajarê Minbicê axivîn.
Mehana Qasim derbarê girtina şaneyên DAIŞ’ê de got: “Em dixawazin ev operasyon li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê zêdetir bibin û çete li ku deverê hebin bên giritin”.
Her wiha Şêxê Eşîra Benî Seîd şêx Fehed Şilaş piştgiriya xwe bi operasyonê re nîşan da û diyar kir ku hêzên wan yên leheng bi berdewamî ji bo ewlehî û aramî li herêmê pêk were di nava liv û tevgerê de ne.
Herî dawî Navenda Ragihandina QSD’ê eşkere kir ku hejmara çeteyên ku di operasyona ‘Xutkirina Ewlehiyê’ ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk de hatin girtin, gihişt 11 çeteyên DAIŞ’ê, 8 bazirganên madeyên hişber û 3 êrîşkar jî hatin kuştin.
