CENAZEYÊ ŞERVANÊ QSD KADAR ÎSA LI QAMIŞLO HATE OXIRKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Bi sedan Şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyê şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD’ê Kadar Îsa li goristana şehîd Delîl Sarûxan oxir kirin.
Di merasîma oxirkirinê de xelkên bajarê Qamişlo, rêveberên Hêzên Sûriyeya Demokratîk, Saziya Malbatên Şehîdan û nûnerên Encumenên herêmî û rêveberî amade bûn.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdan dest pê kir û ji aliyê saziya malbatên şehîdan û Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve gotin hatin pêşkêşkirin.
Di nava gotinan de bal hate kişandin ser girîngiya şehîdan û amaje bi fedekariya wan hate kirin ku rê li ber azadî û rûmetê vekirin.
Merasîm bi radestkirina wesîqeya şehadetê ji bo malbata şehîd bi dawî bû, piştre girseyê cenazeyê şehîd di nava tilîliyên dayîkan de spartin axê.

Share This Article