DEWLETA TIRK PÊŞENGÊN ŞOREŞA JINAN HEDEF DIGRE

Rojava Tv
2 Min Read

Rêveberên jin ên herêmê Têkildarî hedefgirtina jinan ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve axivîn û gotin, dagirker di şexsê jinan de dixwaze destkeftiyên şoreşê têk bibe.

Her wiha rêveberan tekez kirin ku, ew ê li hember pilanên dewleta tirk têkoşîna xwe mezintir bikin.

Di nava şoreşa rojava de jin ji hemû pêkhateyan pêşengtî kirin û ji bo bidestxistina maf û hebûna xwe têkoşîneke hevpar di qadên jiyanê de meşandin.

jinan bi berxwedan û têkoşîna xwe destkeftiyê dîrokî bi dest xistin, lê dagirker da ku şoreşa rojava têk bibe û civakê bikşîne jinên pêşeng dike hedef.

8’ê çileyê dagirkeriya tirk karwanê sivîlan yê ku berê xwe dida bendava tişrînê, hedef girt, di encamê de 3 sivîl û di nav de rêvebera Kombûna Jinan a Zenûbiya Kerem El Hemed Şehabî hebû şehîd bûn.

têkildarî hedefgirtina jinan ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve, Endama Koordînasyona Jinan a kantona Reqayê Hediya Şêx Hesen diyar kir ku, di şexsê jinan de dixwazin destkeftiyên şoreşê têk bibin.

Rêvebera Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Tebqayê Şehrzad El Casim jî got, ew ê li hember pilanên dewleta tirk têkoşîna xwe mezintir bikin û serî hildin.

li hemberî pilan û êrîşên dagirkeriya tirk yên li dijî azadî û hebûna jinan, jinên ku di nava şoreşê de bi sekin û berxwedana xwe mohra xwe li dîrokê xistine, soza xwe ya berxwedanê nû dikin û di têkoşînê de bi îsrarin.

Share This Article