Bi sedan Koçberên Efrînî û xelkên kantona Şehbayê bi merasîmekê cenazeyê şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê HREˊyê şehîd (Soro Berxwedan) oxir kirin.
Şehîd Soro Berxwedan di 9ˊê Tebaxê de dema ku li ser erka xwe bû, şehîd bû.
Cenazeyê şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) şehîd Mihemed Hesen bi nasnav (Soro Berxwedan) li Goristana Şehîd Sozdar Amanos a navçeya Fafînê oxir kirin
Di merasîma oxirkirinê de sersaxî ji bo malbata şehîd hat xwestin û hat gotin ku: Şehîd Soro Berxwedan di oxira parastina gelê xwe de heta dawiyê têkoşîn kir û canê xwe da.
Her wiha soza şopandina rêya şehîdan û pêkanîna armancên wan hat dayîn.
Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.
