TEVGERA HÎLALA ZÊRÎN LI REQAYÊ NAVENDEKE XWE YA NÛ VEKIR

Rojava Tv
1 Min Read

Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro navenda xwe ya nû li bajarê Reqayê li  avahiya berê ya Pêdiviyên Civakî vekir.

Di Şahiya vekirina navendê de jinên di saziyên sivîl , leşkerî û rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dixebitin, amade bûn .

Ji aliyê rêveberiya Hîlala Zêrîn Îman Ebûd  Û li ser navê Kombûna Jinên Zeûbiya Nisrîn Hesen ve axaftin hatin kirin .

Rêveberiya Tevgera Hîlala  Zêrîn a Reqayê Îman Ebûd Behsa kar û xebatên navndê kir .

Share This Article