ÇALAKVANÊN QAMIŞLO BI ÇALAKIYEKÊ PIŞTEVANÎ DAN XELKÊN SIWÊDAYÊ

Rojava Tv
1 Min Read

Çalakvan û rêxistinên civaka sivîl ên Qamişlo ji bo piştgiriya qurbaniyên bûyerên dawîn ên li bajarê Siwêdayê, çalakiyek li dar xistin.

Beşdaran, dirûşmên “Em dengê qurbaniyan in” û “Xwîna sûrî li sûrî qedexe ye” berz kirin.

Çalakî bi beşdariya bi dehan çalakvanan li pêşiya çapxaneya Rênas a li kolana Amûdê hate lidarxistin.

Di çalakiyê de axaftin hatin kirin û komkujiyên li dijî civaka Durzî hatin şermezarkirin û banga hesabxwestinê hate kirin.

Her wiha tekezî li ser vejandina dîyaloga Sûrî- Sûrî hate kirin.

Share This Article