Di bersiva kiryara neexlaqî ya ku ji aliyê çeteyekî hikûmeta Sûriyeyê ve li dijî şervaneke Kurd hatiye kirin, bi dehan jinên ciwan yên bajarê Qamişlo li çerxerêya Rojava li hev kom bûn û daxuyaniyek şermezarkirinê weşandin.
Jinên ciwan wêneyên şervanên jin ên Kurd hilgirtin û bankertên “Keziyên me namirin tim zindî ne – Keziyên me ji we bi rûmettir in” hildan.
Jinên Ciwan di daxuyaniyê de, daxwaza hesabpirsîna tavilê ji sûcdaran kirin, û soz dan ku ji bo her porek ku ji porê şervanên jin tê birîn, tolhildanê bikin.
Piştî xwendina daxuyaniyê, jinên ciwan keziyên xwe hûnandin lû dengê tilîliyên xwe bilind kirin.
