Şampiyoniya Futboolê ya ji bo bîranîna Şehîd Salih Mûslim li stadyuma Şehîd Bawer Agir a bajarê Kobanî bi dawî bû.
Şampiyon bi beşdariya 16 tîm ji bajarê Kobanê û Gundewarê wê di bin diruşma ” Bi yekîtiya Gelê Kurd, em ê mafê xwe bi dest bixin ” hat dest pê kirin.
Bi sedan ji şêniyên Kobanê û gundewarê wê, saziyên civaka sivîl, rewşenbîr, partiyên siyasî û hezkiriyên sporê beşdarî şampiyoneyê bûn.
Şampyon di navbera tîma Firat û tîma Nisrîn dest pê kir û bi serkeftina tîma Firat bi dawî bû.
Şampyon bi xelatkirina tîmên serkeftî ji aliyê desteya Ciwan û Werzîşê ya Kobanê bi dawî bû.
