Çalakvanên bajarê Hesekê bi xwepêşandanekê “reşnivîsa destûrî” ku ji aliyê desthilata şamê ve hatiye ragihandin redkirin.
xwepêşandan bi beşdariya hejmarek çalakvan, parêzer, rewşenbîr, siyasetmedar û şêniyên bajêr li Çerxerêya Şehîd Serhed a taxa Miftî hate lidarxistin.
Çalakvanan di xwepêşandanê de, destûra sûriyê ku têde nûnertiya pêkhateyan nehatiye kirin red kirin û daxwaza danîna destûreke nû ku mafê tevahî pêkhateyan parastî be kirin.
li ser navê xwepêşandêran, çalakvan Barzan Silêman di xwepêşandanê de axivî û got, destûr nûnertiya pirrengiya li Sûriyê nake û ne li gorî îrade û mafên pêkhateyên Sûriyê ye.
ÇALAKVANÊN HESEKÊ REŞNIVÎSA DESTÛRÎ YA DESTHILATA ŞAMÊ RED KIRIN
