Ciwanên Kantona Cizîrê bi daxuyaniyekê êrîş û komkujiyên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Şermezar kirin.
Ciwanên Cizîrê di daxuyaniya xwe de Şehîdên berxwedana li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi bîr anîn û gotin, Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bûn Sembola berxwedaniyê di cîhanê de.
Ciwanan anîn ziman ku êrîşên û komkujiyên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê pêk hatin tevahî zagon û pîvanên mafên mirovan bin pê kir.
Ciwanên Cizîrê di dawiya daxuyaniya xwe de piştgiriya xwe ya ji bo QSD’ê anîn ziman û gotin, Ew wek ciwanên Cizîrê amade ne heta dawî axa xwe biparêzin.
