Meclîsa Giştî ya Jinên Sûriyê bi beşdariya hejmarek jinên ji hundirê Sûriyê civîna xwe asayî li bajarê Reqayê li dar xist.
Civîn bi armanca xurtkirina xebatên hevpar ên jinan ên ji bo geşkirina rewşa civakî û siyasî ya li Sûriyê li dar ket.
Civîna îro di saetên sibehê de dest pê kir.
Tê de nêzî 60 kesên ji tevger û rêxistinên jinan, Ofîsa Jin, Çalakvan, Mafnas her wiha hejmarek jin ji Siwêda, Dera, Şam, Humis, Hema, Hesekê, Reqa, Dêrazor, Heleb û Perava Sûriyê beşdar bûn.
Jinan di civînê de rewşa siyasî û pêvajoya ku Rojhilata Navîn tê re derbas dibe, nîqaş kirin.
Paşê rapora rêxistinî û rewşa jin a 6 mehan hat xwendin, her wiha reşnivîsa hevpeymana civakî ya girêdayî jin hat pêşkêşkirin, da ku bibe stûna bingehîn a jinan.
