ÇALAKVANÊN AMÛDÊ BI BONEYA SERÊ SALÊ DIYARÊ LI HÊZÊN EWLEKARIYÊ BELAV KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Bi boneya Sersala Mîladî, komek ji Rojnamevan û Çalakvanên bajarê Amûdê bi bi dirûşma ” Dilê me bi we re ye.. Hûn hêviya me ne” diyariyên sembolêk li bendên hêzên Ewlekariyê belavkirin.

Insiyatîfa Rojnamevan û Çalakvanên bajarê Amûdê armanc dike ku piştgiriyê bide Hêzên Ewlekaiya Hundirîn û tekez dike ku gel û Hêzên Ewlekariyê di parastina ewlehî û aramiya herêmê de yek in.

Rojnamevan û Çalakvanan bi riya vê Insiyatîfa xwe li bendên Hêzên Ewlekariyê yên li bajarê Amûdê Geriyan û diyarî pêşkêşî Hêzan kirin û piştgitiya xwe ji bo wan nîşan dan.

Ji aliyê xwe ve Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Amûdê spasiya Çalakvanan li ser vê Insiyatîfê kirin û tekez kirin ku ew ê di parastina ewlehî û aramiyê de berdewam bin..

Share This Article