Koçberên ji Serêkaniyê û Girê Spî ji Rojava Tv re diyar kirin ku li Serêkaniyê û Girê Spî sûcên çeteyên dewleta Tirk didomin û ewlehî li herêmên dagirkirî nîne.
Koçberan daxwaza vegereke bi ewle li cih û warên xwe kirin.
Di 9’ê Cotmeha 2019’an de, dewleta Tirk a dagirker bi awayekî hovane êrîşî bajarên Serêkaniyê û Girê Spî kir û piştî berxwedaneke bêhempa ew dagir kirin.
Xelkên herdu bajaran ji ber êrîş û topan, neçar man ji malên xwe derkevin û berê xwe bidin cihên bi ewle.
Têkildarî vegera koçberan a ewle, koçberên ji Girê Spî yên di kampa Til El Semin a Eyn Îsayê de dimînin ji Rojava Tv re axivîn.
Koçberan anîn ziman ku dewleta Tirk bi dagirkirina bajarên me xwest me tune bike, lê me li ber xwe da û em ê heta vegera li ser xaka xwe têbikoşin.
Her wiha Koçberan diyar kirin ku vegera wan a bi ewle li ser xaka wan bi derketina dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve girêdayî ye.
Naveroka xaleke peymana 10’ê Adarê ku ji aliyê QSD’ê û Hikumeta Veguhêz a Sûriyê hat îmzekirin jî vegera ewle ya koçberan bû. Lê mixabin heya niha xelên vê peymanê û di nav de vegera koçberan pêk nehatiye.
