Jinên kantona Cizîrê bi pêşengiya Kongra Star îro li bajarê Qamişlo meşek li dar xistin û helwesta xwe ya li hemberî destûra Sûriyê ya nû anîn ziman û gotin, Destûra ku îradeya jinan tune dihesibîne, nayê qebûlkirin.
Ji bo şermezarkirina reşnivîsa destûra desthilata Şamê û komkujiyên li peravên Sûriyê yên li dijî elewiyan, îro Kongra Star di bin dirûşmeya ”Destûra Ku Mafê Jin û Pêkhateyan Neparêze Em Qebûl Nakin” li bajarê Qamişlo meşek li dar xist.
Meşê bi beşdariya jinên temamê bajar û bajarokên kantona Cizîrê û nûnerên Rêveberiya Xweser ji çerxereya Osman sebrî dest pê kir.
Meş li çerxereya şehîd Rûber veguherî mîtîngê û li ser navên Kongra star Rîhan Loqo û Rêveberiya Xweser Viviyan Biho axivîn û gotin, ew ê têkoşîna xwe heta avakirina sûriyeke demokratîk bidomînin.
Beşdarên meşê diyar kirin ku, divê di destûra Sûriyê de mafên hemû pêkhateyan, di serî de yên jinan were parastin.
Meş bi berzkirina sloganên Jin, Jiyan, Azadî û Na ji destûra ku mafên jin û pêkhateyan tê de tune ye, bi dawî bû.
