SZK- KOBANÊ: ARMANCA DEWLETA TIRK JIHOLÊRAKIRINA ZIMANÊ KURDÎ YE

Rojava Tv
1 Min Read

Saziya Zimanê kurdî ya bajarê Kobanê jî bi daxuyaniyekê êrîşa li dijî saziyên ziman û çanda Kurdî yên li Bakurê Kurdistanê şermezar kir.

SZK’ê got, armanca dewleta Tirk qirkirina gelê Kurd û jiholêrakirina ziman û çanda gelê Kurd e.

Her wiha da zanîn ku, ev sed sal in Tirkiyê bi hemû rêbazan dixwaze zimanê Kurdî ji holê rake, lê bi ser neketiye.

Di beşekî din de diyar kir ku divê, rêxistinên navneteweyî yên ku zimanan diparêzin, helwesteke tund nîşan bidin.

Di dawiyê de Saziya Zimanê kurdî ya bajarê Kobanê bang li gelê Kurd kir ku xwedî li zimanê xwe derkevin û jiyana xwe bi kurdî bixemilînin.

Share This Article