PYD’Ê LI FIRATÊ ROLA JIN YA DI PÊVAJOYA AŞTIYÊ DE NÎQAŞ KIR

Rojava Tv
2 Min Read

Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD a kantona Firatê îro ji bo nîqaşkirina rola jinan di “pêvajoya aştî û civaka demokratîk” û pêşxistina sîstema komînan de, komxebatek li dar xist.

Di komxabtê de hat destnîşan kirin ku, li gel xebatên ji bo biserxistina pêvajoya aştiyê, dê jin roleke sereke di pêşxistina komînan de bilîzin.

Bi sernavê ” Rola jin di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ” Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD a kantona Firatê komxebatek li dar xist.

Bi dehan endamên PYD’ê, Saziyên Rêveberiya xweser û partiyên siyasî li navenda PYD’ê ya li bajarê Kobanê beşdarî komxebatê bûn.

Di komxebatê de piştî deqeyek rêzgirtin, Rola jinan di pêşxistina banga aştî û civaka demokratîk de li herêmê û astengiyên li beramber jinan a di vê pêvajoyê de hatin nîqaşkirin.

Di komxebatê de hat diyarkirin ku bi saya şoreşa 19’ê Tîrmehê û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan jin bûn xwedî hêz û mafên xwe bi dest xistin.

Her Di komxabtê de hat destnîşan kirin ku, li gel xebatên ji bo biserxistina pêvajoya aştiyê, dê jin roleke sereke di pêşxistina komînan de bilîzin.

Di dawiya Komxebata Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD a kantona Firatê de deriyê nîqaş û pêşinyaran li ber jinên amade hat vekirin, û beşdaran nêrînên xwe derbarê çawaniya pêşxistina sîstema komînan de anîn ziman.

Share This Article