RÊVEBERIYA XWESER A KANTONA FIRATÊ BANGA XWEDÎDERKETINA LI KOBANÊ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Rêveberiya xweser a kantona Firat bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku di van kêliyan de gef û metirsiyek mezin li ser Kobanê heye û bang li gel û raya giştî kir ku rûmeta mirovahiyê li Kobanê biparêzin..

Rêveberiyê di daxuyaniya xwe de got:” Di wan çend rojên dawiyê êrîşên berfireh li ser axa Suriyê û Bakur û Rojhilatê suriyê bê navber didomin, Bi taybet li diji gelê me yê li Şehba û Minbicê”.

her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Armanca dewleta tirk a dagirker tunekirina gelên li herêmê û dagirkirina Rojavayê kurdistnanê ye ew jî xeyala dewleta tirk a qirker e.

Rêveberiya xweser a kantona Firat da xuyakirin ku Di wan kêliyan de tehtît û metirsiyek mezin li ser Kobanê heye .

di daxwiya daxuyaniya xwe de Rêveberiya xweser a kantona Firat da zanîn ku çawa çeteyên daiş ê li Kobanê bi destên şervanan ve hate tunekirin wê vê carê jî dagirkerî têk here..

her wiha bang li gel û raya giştî hat kirin:” Ji bo xwedî derketina li Kobanê werin em bi hevra rumeta mirovahiyê li Kobanê biparêzin”.

Share This Article