Bi bilindbûna nirxê Sotemeniyê re, êdî nirxê kehrebeya Empêran jî li parêzgehaHesekê bilind bû û barê welatiyên deverê 2 qat giran kir.
Welatî ji vê buhayê dilgiran in û bang li aliyê peywendîdar dibin ku careke din biryarê di ber çavan re derbas bikin, ji ber ku piraniyan malbatan li deverê bi karê rojan e debara jiyana xwe dikin û nikarin barekî zêde rakin.
Welatî bi buhayê nirxê elektrîka embêran ku bi 2 qatan bilinbûye bi gazinin.
Ev meheke buhayê sotemeniyê rê li pêşiya pêdiviyên jiyana rojane asteng dike bi taybet elektirîk di werza havînê de pêdiviyê sereke ye.
berdewamîya vê krîzê barê aborî li ser malbatan girantir kiriye û karîna wan a dabînkirina pêdiviyên bingehîn yên jiyanê kêm kiriye.
welatiyan ji ROJAVA TV re anî ziman ku ew di welatekî xêrê de jiyan dikin lê pêwistiyê jiyanê beramber mûçeyên wan buhane.
Hevserokê Ofîsa Jenetorên Şaredariya Qamişlo Ferec Mihemed jî sedema bilinbûna nirxê elktrîka embêran tîne ziman.
Welatiyan daxwaz kir ku dezgehên peywendîdar bi lez çareseriyên guncaw bibînin da ku bihayê elektrîk û sotemeniyê kêm bibe û xizmetên elektrîka giştî baştir bibin, da ku elektrîk bi awayekî berdewam û bi bihayekî ku bi şert û mercên jiyana welatiyan re lihevhatî be, peyda bibe.
