Bi hezaran şêniyên herêma cizîrê bi meşke girseyî êrişên kîmyewî yên dagikeriya Tirk ên li dijî gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin .
Xwepêşandan bi dirûşma “Bi îradeya gelan û gerîla em ê çekên kîmyewî, dagirkerî û xiyanetê têk bibin” dest pêkir .
Girseya Gel ji Çerxerêya Siyahî, Mizgefta Qasimo û Nexweşxaneya Ferman kom bûn, û ber bi qada şehîdên 12`ê Adarê ve meşiyan .
Xwepêşandan li qada 12 ê adarê veguherî mîtîngê û li wir axafitin li ser navê Partiya Yekitiya Suryan, pêkhateya Ereb û Encumena Malbatên Şehîdan hatin kirin .
Di dawiyê de jî koma “Awazên Çiya” ya hunerî stran pêşkêş kirin .
