GELÊN AZADÎXWAZ JI BO AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO DI NAVA TEVGERÊ DE NE

Rojava Tv
1 Min Read

Hevserokê Yekîtıya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê Ebûd Mexso pergala êşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Apo şermezar kir û got kiryarên li îmraliyê pêk tên li dijî hemû zagonan e.

Ebûd Mexso banga mezinkirina têkoşînê heta pêkanîna azadiya Rêber Apo kir.

Li pêşiya çavên rêxistinên mirovî û hiqûqî, Dewleta tirk a faşîst 25 sal in pergala êşkene û qirkirinê li dijî Rêber Abdullah Ocalan dimeşîne.

Nerazîbûnên li dijî girankirina pergala êşkenceyê ya li dijî Rêber Apo her ku diçe zêdetir dibin.

Gelên azadîxwaz ji rewşa rêbertî ya tenuristî bi fikarin û banga azadiya Rêber APO dikin.

Hevserokê Yekîtıya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê Ebûd Mexso pergala êşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Apo şermezar kir û got kiryarên li îmraliyê pêk tê li dijî hemû zagonan e.

Ebûd mexso di nava nirxandinên xwe de bang li rewşenbîran kir ku ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan kar û xebatên xwe xurttir bikin.

Rêber Abdullah Ocalan sala 1999 an bi komployeke navneteweyî dîl hat girtin û radestî dewleta tirk a dagirker hat kirin.

25 sal in Rêber Apo ji bo azadiya gelan di nava pergala êşkence û qirkirinê de ye.

Share This Article