BI RASTHATINA 25 Ê MIJDARÊ RÊXISTINA SARA A BAJARÊ QAMIŞLO PANELEK LI DAR XIST

Rojava Tv
2 Min Read

Bi rasthatina 25 ê mijdarê roja Têkoşîna Tundiya li ser Jinan, Kongira Star li bajarê Qamişlo panelek li dar xist.

Di panelê de sedem û cureyên tundiya li ser jinê her wiha pêşinyar û çareseriyên ji bo dawîanîna li tundiyê hatin nîqaşkirin

di çarçoveya rêze çalakiyên ji bo roja cîhanî a Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê ku dikeve 25ê Mijdarê, Rêxistina Sara a bajarê Qamişlo Panelek li dar xist.

panel bi diruşma ”Xwebûn hêza jinê ye” li parka xwendinê a li bajarê Qamişlo û bi amadebûna hejmarek jinên ji sazî û rêxistinên jinan ên herêmê, hate li dar xistin.

berdevka Rêxistina Sara Arso temo diyar kir ku wan di panelê de sedem û cureyên tundiya li ser jinê her wiha pêşinyar û çareseriyên ji bo dawîanîna li tundiyê hatin nîqaşkirin .

Her wiha endama Kongra Star Hediya Ebdo jî diyar kir ku bi Destpêka Şoreşa Rojava re, tundî li ser jinan li herêmê kêm bû û jinan di nava her qadên jiyanê de destkeftiyên mezin bi dest xistin.

Hêjayî gotinê ye ku rêxistina Sara rêxistineke jin, sivÎl û civakî ye û di 1ê Tîrmeha sala 2013 an de li bajarê Qamişlo bi armanca dawîanîna tundiya li ser jinê hate damezrandin

Û navenda wê a sereke li bajarê Qamişlo ye û şaxên wê li Hesekê, Kobanê û Sirînê hene.

Share This Article