Bi sedan kes li bajarê Qamişlo bi durişma “Rêberê azad, gelê azad” daxwaza azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan kirin.
çalakiya ku ji aliyê xelkê Qamişlo ve hate lidarxistin, li Stadyuma Heysem Kiço ya li bajêr, bi beşdariyeke berfereh pêk hat.
Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre, li ser navê Înîsiyatîfa Gel Remziya Mihemed axivî û silavên ji Qamişlo ji Îmraliyê û rêber Ocalan re şand.
Remziye destnîşan kir ku tevî zêdetirî salek di ser banga rêber a ji bo aştî û civakeke demokratîk re derbas bûye jî, Tirkiyeyê bersiv nedaye.
Piştî axaftinê, çalakî bi pêşandanên hunerê yên koma “Yasna ya Heyva Zêrîn”, Helbestvan Ferhat Merdê, hunermend Nisrîn Botan, hunermend Baran û hunermend Daniş Botan berdewam kir.
