BI HEZARAN XELKÊN KOBANÊ LI DIJÎ PEYMANA LOZANÊ HERIKÎN QADAN

Rojava Tv
1 Min Read

Xelkên Kobanê bi xwepêşandanekê Peymana Lozanê şermezar kirin û tekez kirin ku ew ê li dijî hêzên ku sînor xistine navbera Kurdan de, têbikoşin .
Xwepêşandan Bi durişma“Pêkanîna Neteweya Demokratîk têkbirina Lozanê ye” û bi amadebûna bi hezaran xelkê herêmê hate li dar xistin .
Beşdaran pankertên “Na ji Peymana Lozanê re” hildan û dirûşmeyên “Bimire komployên navneteweyî” , “Bimire xiyanet” , berz kirin.
di xwepêşandanê de axaftin hatin kirin û hate gotin , Armanca Lozanê qirkirina gelê kurd bû, lê bi bin ket .
Xwepêşandan bi dirûşmeya “Berxwedan Jiyan e” bi dawî bû .

Share This Article