ZÊDAN EL- ASÎ: TIRKIYÊ TEQÎNA STENBOLÊ JI BO XWE WEKE BIHANE BI KAR TÎNE

Rojava Tv
1 Min Read

Hevserokê nivîsgeha parastinê ya Rêveberiya Xweser Zêdan El- Asî dibêje ku Tirkiyê ji bo ku êrîş bike û projeya Rêveberiya Xweser têk bibe, teqîna Stenbolê weke bihane bi kar tîne.

Her wiha El- Asî daxwaz ji gel dike ku li hemberî êrîşan rawestin û piştevaniya Rêveberiya Xweser bikin.

Têkildarî êrîşên dagiekeriya Tirkiyê, hevserokê nivîsgeha parastinê ya Rêveberiya Xweser Zêdan El- Asî ji Rojava TV re nirxandin kirin.

Zêdan El- Asî dibêje ku Tirkiyê teqîna Stenbolê ji bo xwe weke bihane bi kar tîne û dixwaze êrîş bike.

Her wiha El- Asî dibêje armanca Tirkiyê têkdana projeya Rêvebriya Xweser e û ji bo ku wê yekê pêk bîne, her tiştî dike.

El- Asî bang li gel kir ku piştevaniya Rêveberiya Xweser bikin û li hemberî êrîşan xweragir bin.

Gelê herêmên bakur û rojhilatî sûriyê berdewam êrîş û binpêkirinên dagirkeriya Tirk şermezar dike û herroj li dijî êrîşan dadikevin qadan.

Share This Article