Welatiyên Bajarê Qamişlo Tekezî li ser piştevaniya xwe ya ji bo QSD’ê kirin û gotin Em Hemû QSD’ê ne, çi dibe bila bibe em li pişta hêza xwe ne.
Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê ku ji tevahî pêkhateyên di sûriyê de pêk tên, ji destpêka damezrandina xwe ve û heta roja me ya îro bê teredud herêma xwe ji terorê û û hewldanên têkdana aştiyê diparêze.
QSD’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi lehengî terora DAIŞ’ê têk bir û heta niha jî rê nade şaneyên çeteyan ku nêzî herêmê bibin.
Derbarê mijarê de welatiyên Bajarê Qamişlo Tekezî li ser piştevaniya xwe ya ji bo QSD’ê kirin û gotin Em Hemû QSD’ê ne, çi dibe bila bibe em li pişta hêza xwe ne.
Welatiyên Qamişlo êrîşên Hêzên Hikumeta Veguhêz a Sûriyê yên li ser herêmê şermezar kirin û anîn ziman ku ji erkê wan e piştgiriya parazvanên xwe bikin.
Welatiyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo piştgiriya QSD’ê û parastina axa xwe her tim çalakiyan li dar dixin û di nava tevgerê de ne, mînaka herî mezin û berbiçav jî nobeta li bendava Tişrînê bû.
