GELÊ HERÊMÊ BI GERMAHÎ TEVLÎ KAMPANIYA ÎMZEYAN A JI BO AZADIYA RÊBER OCALAN DIBIN

Rojava Tv
2 Min Read

Gelê herêmê bi dilgermahî û hêvîyeke mezin tevlî kampaniya îmzeyan a ji bo azadiya Rêber Ocalan dibin.

Têkildarî mijarê Kamîreya RojavaTV duh bi gera komîna Ş.Orhan a taxa Hilêliyê re ya li Qamişlo a ji bo komkirina îmzeyên gel şopand û diyar bû gel bi hêvîyeke mezin ji bo pêkanîna azadiya Rêber Ocalan îmze dikirin

Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 22ê meha Çileya îsal de bi daxuyanîyekê ragihand ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kampaniya îmzeyan li herêmê dide destpêkirin û komînên tevahî taxên bajar, navçe û gundewarên herêmê ji bo komkirina îmzeyên wê heta roja 15ê Sibatê bigerin.

Kamîreya RojavaTV jî duh bi gera komîna Ş.Orhan a taxa Hilêliyê re ya li bajarê Qamişlo şopand û diyar bû gel bi hêvîyeke mezin ji bo pêkanîna azadiya Rêber Ocalan îmze dikirin.

Îsaa Xelîl ji xelkên Qamişlo ye ji me re axivî û got ew vê kampaniyê silav dikin û daxwaza azadiya Rêber Ocalan dikin

Her wiha Endama Encumena Giştî ya PYDê Perwîn Yûsif ku bi xwe jî cihê xwe di nava Komîteya Komkirina îmzeyên Gel de digire teqez kir ku êdî dem hatiye Rêber Ocalan azad bibe

Îroj ne tenê Kurd lê belê pêkhateyên wekî Ereb, Suriyan, Ermen û HWD banga xurtkirina berxwedan û têkoşîna ji bo azadiya Rêber Ocalan dikin û dibêjin Rêber Ocalan nûnertiya gelan dike.

Share This Article