BI BONEYA 8’Ê ADARÊ LI SERANSERÎ HERÊMÊ ŞAHIYÊN GIRSEYÎ HATIN LIDARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li seranserî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Şam û Helebê şahiyên girseyî hatin lidarxistin.
Ji demjimêrên sibehê ve bi hezaran jin herikîn qadên pîrozbahiyan û di bin dirûşmeya Bi Jin Jiyan Azadî ber bi Sûriyeke Demokratîk ve, 8’ê adarê pîroz kirin.
Qadên pîrozbahiyan bi wêneyên şehîdên Bendava Tişrînê, jinên berxwedêr û alayên Rêber APO hatin xemilandin.
Di pîrozbahiyan de axaftin hatin kirin û hate gotin, banga aştî û civaka demokratîk ya Rêber APO coşa 8’ê adara îsal zêdetir kir.
Her wiha bang li jinan hate kirin ku, bi hev re ji bo avakirina Sûriyeke demokrat û pirreng di bereyeke hevgirtî de têbikoşin.
Agahî û peyamên ku ji şahiyan derketine, em ê di bultena demjimêr 6 de ji we re pêşkêş bikin.

Share This Article