Welatiyên bajarê Til Hemîsê ji bo piştgiriya hêzên sûriya demokratîk û şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên li ser herêmê meşeke girseyî li dar xistin.
Meş bi beşdariya bi sedan welatiyên bajarê Til hemîsê, şêx û rûsipiyên herêmê û endamên saziyên civaka sivîl hat lidar xistin.
Meşê li gel meclisa bajêr dest pê kir û bi dirûşmeyên bijî rêber Apo û bimre dagirkerî li çerxerêya şehîdan veguherî mîtingê.
Di mîtingê de axavtin li ser navê rûspî, meclisa tilhemîs û kongira star hatin kirin.
axêveran êrîşên dewleta tirk a dagirker yên li ser herêma bakur û rojhilatê sûriyê şermezar kirin û piştgiriya xwe ya ji hêzên sûriya demokratîk re piştrast kirin.
