Meclisa cîbicîkar ya Rêveberiya Xweser a kantona Firatê, civîna xwe ya nîvê salê li bajarê Kobanê li dar xist.
Hevserok û endamên deste, rêveberî û saziyên girêdayî Rêveberiya Xweser ya kantona Firatê tevlî civînê bûn.
Di civînê de, karûxebat û projeyên ku di nava 6 mehan de hatine pêkanîn, hatin nîqaşkirin.
Her wiha deste û saziyan raporên xwe yên nîvê salê xwendin û nîqaş li ser hatin kirin.
Meclisa Cîbicîkar nexşerêya xebata xwe ya salên dahatî jî danî û civîn bi wergirtina pêşniyaran bi dawî bû.
