BI AMADEBÛNA FERMANDARÊ QSD’Ê CIVÎNEK DI NAVBERA PYD Û ENKS’Ê DE PÊK HAT

Rojava Tv
1 Min Read

Bi amadebûna fermandarê giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî, îro civînek di navbera PYD û ENKS`ê de pêk hat. Her wiha biryar e konferansa neteweyî roja 20`ê Adarê were lidarxistin.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên taybet hatine bidestxistin, îro di navbera PYD û ENKS’ê de civînek pêk hat.

Civîn ji çapemeniyê re girtî dewam dike. Her wiha nayê zanîn, ka dê piştî civînê daxuyaniyek bê dayîn yan na.

Li gorî agahiyên ku ji komîteya amadekar a konfransa neteweyî ya Kurdî hatine bidestxistin, dê konferans roja 20`ê Adarê li Qamişloyê bê lidarxistin.

Share This Article